KADEP û PDK-Tirkiye yekîtiya xwe ragihandin

Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) û PDK-Tirkiye bi aweyek fermî yekîtiya xwe ragehandin û destnîşan kirin ku, ewê li Tirkiye û bo Bakurê Kurdistanê bi awayek yasayî sîstema federalî biparêzin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) û PDK-Tirkiye bi aweyek fermî yekîtiya xwe ragehandin û destnîşan kirin ku, ewê li Tirkiye û bo Bakurê Kurdistanê bi awayek yasayî sîstema federalî biparêzin.

Rêveberiya KADEP bi daxuyaniyek nivîskî aşkera kir, partiya wan di sala 2006an de bi serokatiya Şerafedîn Elçî hatibû damezrandin, li di nav demek kurt de bo daxistina wê doz hatibû vekirin.

Rêveberiya KADEP da zanîn ku, KADEP rolek girîng di têkoşîna gelê Kurd de lîstiye û niha biryara yekbûna bi Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye daye û ji vir pê ve di bin wê navê de dê kar û xebatên xwe bikin.

KADEP da xuyakirin, ew li Tirkiyê bo Bakurê Kurdistanê daxwaza federaliyê dikin û ewê bi awayek yasayî xebatên xwe bimeşînin.