Nêçîrvan Barzanî: Kurd bi hêvî li rêveberiya Trump dinêrin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, kontrolkirina bajarê Mûsilê, nayê wateya bidawîbûna DAIŞê.

K24 – navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, kontrolkirina bajarê Mûsilê, nayê wateya bidawîbûna DAIŞê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê ligel radyoya “Dengê Amerîka” beşa Kurdî de ragihand, DAIŞê tenê bi operasyona leşkerî têk naçe, dibe ku di warê leşkerî de Mûsil û Reqayê jidest bide, lê di warê îdeolojik de her dimîne.

Nêçîrvan Barzanî ragihand jî, tê pêşbînîkirin ku şerê rojavayê Mûsilê şerekî girantir be, ji ber ku hejmareke mezin ji xelkê sivîl tê de nişticî ne û hêzên Iraqî bi serpereştiya Hevpeymaniya Navdewletî naxwazin xelkê sivîl ziyanê bibînin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Kurd di çeperên pêşî yên şerê terorê de ne, ev jî pîvaneke gelekî girîng e bo Amerîka û rêveberiya Trump, ku Kurd di pêşiya vî şerî de ne.”

Barzanî amaje bi wê jî kir, li Kurdistanê hemû pêkhate bi xweşî û azadî û bê pirsgirêk dijîn, Xiristiyanî, Misliman, Êzidî, Ereb û Tirkmen, ev jî pîvaneke gelekî girîng e.”

Her di wî warî de Barzanî dibêje: “Heger li rewşa Rojhilata Navîn binêrin, dibînin ku tenê Kurdistan bûye cihê hêvî û omîdên ew xelkê ku nikarin li cihekî din bijîn, ku rûyê xwe didin Kurdistanê.”

Derbarê çaverêkirina li rêveberiya nû ya Amerîka de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Kurd bi hêvî ku rêveberiya Trump dinêrin. Herwiha hêvîdar in jî ku ew pêwendiyên bi rêveberiya Obama re hebû, di rêveberiya Trump de zêdetir berve pêş here.”