Mesrûr Barzanî: Serxwebûna Kurdistanê daxwaza hevbeş a hemû partiyan e

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova pêşwazîkirina li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Frank Baker û Şanda pê re ragihand, gihêştina Kurd ji mafê xwe re, dibe fakterê aramiyê û çespandina zêdetir a wekheviyê di navbera xelkê navçê de, ku netewe, ol û mezhebên cuda hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mesrûr Barzanî amaje bi guftûgo û pêngavên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê kir bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî kir û pêdagirî li ser yekrêziya hêzên Kurdistanî kir, ta ku bihêza zêdetir rûbirûyî egerên pêşhateyan bibin û parastina berjewendiyên welatiyên Kurdistanê bikin.

Di beşeke din de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa nexşerêya serxwebûna Kurdistanê kir, ku daxwazeke hevbeş ya aliyên Kurdistanê ye û ragihand, gihêş gihêştina Kurd ji mafê xwe re, dibe fakterê aramiyê û çespandina zêdetir a wekheviyê di navbera xelkê navçê de.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê behsa siyaset û stratîjiya welatê xwe li kir û tekezî li ser berdewamiya alîkarî û hevkariyên Brîtanya ji Herêma Kurdistanê re di şerê li dijî teroristên DAIŞê de.

Her di wê civînê de, bi amadebûna Kunsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê John Sharp dawî pêşhatinê siyasî û leşkerî yên navçê û çawaniya birêvebirina Mûsilê piştî nemana DAIŞê gotûbêj kirin.