HSD hişyariyê dide rêjîma Sûriyê

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo, derbarê hin kiryarên rêjîma Sûriyê yên ku li deverên fedralîzma Bakurê Sûriyê de dike, wek civînên êlên Ereban û perwerdeya jinan li ser çekan, hişyarî da rêjîma Sûriyê û got: “Heger artêşa Sûriyê kiryarên xerab li dijî çi hêzeke girêdayî deverên di bin kontrola me de ne bike, dê besiva me bilez û tund be.”
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Berdevkê HSDê Telal Silo ji K24ê re wiha axivî: “Bêgûman di demên borî de rêjîma Sûriyê êrîşî ser hêzên asayiş û YPGê kirin û hemû hewlên wê jî têk çûn. Niha hêzên me li pêş hêzên rêjîmê digirin. Heger artêşa Sûriyê kiryarên xerab li dijî çi hêzeke girêdayî deverên di bin kontrola me de ne bike, dê besiva me bilez û tund be.”

Silo got jî: “Her car em şîretan li hêzên rêjîmê dikin ku ti kiryarên xerab li hember çi hêzêke ser bi me ve ne nekin, lê diyar e nameyên me nagihin wan, lê em jî herdem amade ne.”

Peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragihand, di demên dawî de, hêzên leşkerî yên rêjîma Sûriyê li bajarê Qamişlo hêzeke taybet bi jinên Ereb li Qamişlo ava kir û 150 jinên Ereb di xuleya bi navê “Xensayên Sûriyê” de li ser çekên sivik û hin alavên leşkerî perwerde kirin.