Pispor: Ti mafekî netewî di projedestûra Rûsî de tune ye

Rûsiya reşnivîsa destûreke nû ji bo Sûriyê belav dike, hin pispor dibînin ku mafê Kurdan tê de hatiye binpêkirin. Herwiha hin şopîner dibêjin ku, pêwîst e aliyên siyasî li hev bikin bi taybet di vê qonaxê de.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Rûsiya reşnivîsa destûreke nû ji bo Sûriyê belav dike, hin pispor dibînin ku mafê Kurdan tê de hatiye binpêkirin. Herwiha hin şopîner dibêjin ku, pêwîst e aliyên siyasî li hev bikin bi taybet di vê qonaxê de.

Di gaveke nû de ber bi çareserkirina kirîza Sûriyê de, welatê Rûsiyayê reşnivîsa destûreke nû ji bo Sûriyê belav kir, ku tê de Sûriyê bi navê Komara Sûriyê binav kiriye. Hin pispor dibînin ku destûr di naveroka xwe de bi giştî pêşketî ye, lê belê di xala girêdayî mafê Kurdan de kêmasî tê de heye, ji ber mafê Kurdan tenê bi mafên çandî binav kiriye. Herwiha didin zanîn ku çi destûrên ji bo welatekî pêwîst e milet li ser rêfrandûmê bike û nabe ji aliyê dewletekê yan hêzekê ve bê sepandin.

Parêzer Ridwan Sîdo di vê derbarê de ji K24ê re got: “Nezelalbûna vê destûrê ew e ku daniye 'Rêveberiyeke çandî ya xweser e' û ev yek tê wê watê ku mafê Kurdan tenê yên çandî ne, lê Kurd netewek in û mafên wan li gor peymanên navdewletî û bi nêrîneke yasayî mafên wan yên netewî hene, ne tenê mafê çandî.”

Ji aliyekî din ve, hin şirovekar dibînin ku ev gava Rûsiyayê di çarçova dîtina çareseriên siyasî de tê. Herwiha tekez dikin ku, kirîza Sûriyê di qonaxeke nû de ye, loma pêwîst e aliyên siyasî yên Kurd li gor hestiyariya vê qonaxê bin, ku guhertinên bilez yên rojane tê de çêdibin.
Şîrovekarê siyasî Ferîd Sedûn wiha axivî: “Dewletek weke Rûsiyayê ku destêwerdanên wê yên leşkerî û siyasî di Sûriyê de hene û alîkariyeke mezin bi rêjîmê re kiriye, dema destûrekê pêşkêş dike, mirov bi çavekî xurt lê dinêre ku ev destûr dê cîgirtî be, lê ta nuha rêjîm ti destûran qebûl nake, ji ber herdem dibêjin em guhertinan di destûr de nakin ji ber guhertina wê bi milet ve girêdayî ye.”

Destûra ji aliyê Rûsiyayê hatiye pêşkêşkirin ji 85 madeyan pêk tê, ji madeyên wê yên sereke ku di her herêmeke xweser de mafê bikaranîna zimanekî din ji bilî yê Erebî heye, sîstemeke ne navendî ku bingeha wê komarên xwecihî ne û navê encûmena gel an ku perlemanto bi navê komara gel guhertiye û di dema ku hin aliyên siyasî vê gava Rûsiyayê bi destêwerdana di Sûriyê de binav dikin, rayedarên Rûsiyayê dibêjin ku tenê ev yek ji hewildanên dîtina çareseriyeke aştiyê ye ji kirîza Sûriyê re.