Ayhan Bîlgen bi merc hate berdan
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê HDPê û Perlementerê bajarê Qersê Ayhan Bîlgen ku li firokxaneya Esenbuga ya Enqereyê hatibû binçavkirin, serbest hate berdan.
Parlamenter û berdevkê HDPê Ayhan Bilgen ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ve bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Hat zanîn ku, li Diyarbekirê doz li dijî Bîlgen hatiye vekirin û ji bo wê jî ew bo Diyarbekirê hate veguhastin, piştre ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ve bi mercê kontrola edlî serbest hat berdan.
Duh jî perlementerên HDPê Meral Daniş Beştaş û Huda Kaya û Altan Tan hatin binçavkirin û di heman rojê de jî hatin serbest kirin.