Li Edenê 20 kes bi tuhmeta PKK û DAIŞê hatin desteserkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Edenê ya Tirkiyê operasyona desteserkirina endamên DAIŞ û PKKê dest pê kir û bi dehan kes jî hatin desteserkirin.
Hat ragihand, ku Rêvebeiya Asayişa Edenê û hêza Dijeterorê operasyonek li dijî endamên PKK û DAIŞê dest pê kirin û di encamê de 20 kes hatin desteserkirin.
Piştî destbiserkirinê, bi mebesta kontrolkirina tendirustî bo binkeya tendirustiyê hatine veguhastin û piştre jî bo lêkolînê ji Rêvebeiya Asayişa Edenê hatin birêkirin.