Xelîlzad: Hêvîdar bûm ew biryar Kurdistan li xwe negirtiba

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zilmay Xelîlzad derbarê biryara nû ya Serokê Amerîka Donald Trump ya ragirtina vîza ji welatiyên Iraq û 6 welatên din yên Rojhilata Navîn de ragihand “Hêvîdar i mew biryar Kurd û Iraq lixwe negirtiba.”
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zilmay Xelîlzad derbarê biryara nû ya Serokê Amerîka Donald Trump ya ragirtina vîza ji welatiyên Iraq û 6 welatên din yên Rojhilata Navîn de ragihand “Hêviya min ew bû, ku ew biryar Kurdistan û Iraqê li xwe negirtiba.”

Xelîlzad ji K24ê re got: “Divê Kurd ji wê yekê têbigihe ku ew biryar raserast ne ji bo wan e, tevî ku ew biryar bandorê li ser wan jî dike, lê divê ew bizanin ku rêveberiya nû ya Amerîka gelekî li ser pirsa terorê nîgeran e, Serok Trump jî di dema hilbijartinê de soza ku wê biryarê bistîne.”

Herwiha Xelîlzad aşkere kir, armanc ji vê biryarê ew e, ku bizanin kî tê Amerîka û ew kesên tên Amerîka ne gef in li ser ewlehiya wî welatî.

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zilmay Xelîlzad got jî: “Hêviya min ew bû, ku ew biryar Kurdistan û Iraqê li xwe negirtiba, ji ber ku Kurd hevpeymanê me ne.”