Amirî: Heşda Şeibî bi şaşbûn Pêşmerge topbaran kir

Şandeke Heşda Şeibî bi serokatiya Hadî Amirî serdana Şingalê kir û ligel fermandarên Pêşmerge civiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Heşda Şeibî bi serokatiya Hadî Amirî serdana Şingalê kir û ligel fermandarên Pêşmerge civiye.

Serpereştiyarê Eniya Şingalê û endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Serbest Lezgîn ji K24ê re ragihand, bi Heşda Şeibî re gihêştin rêkeftinekê, bo danana mîkanîzmekê ji hevahengiya di navbera herdu aliyan re.

Serbest Lezgîn got: Heşda Şeibî tekez kir, ku armanca wan ji topbarankirinê ne Pêşmerge bû, lê bi şaşbûn ew bûyer çê bû. Herwiha Heşda Şeibî got jî, ku rê nadin ku careke din ev bûyer dubare bibe.

Li gor fermandarên hêza Pêşmerge, berî du mehan Heşda Şeibî 7 caran çeperên Pêşmerge armanc kiribûn û di encamê de Pêşmergeyek birîndar bûbû.

Ev yek di demekê de ye, Wezareta Pêşmerge hişyarî da Heşda Şeibî, heger ev bûyer dubare bibe, ewên bersivê bidin.