HSD hewla girtina riya Reqa – Dêrazor dike

Qonaxa sêyemîn ji oprasiyona Hêrsa Feratê dest pê kir, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk hewl didin, ku riya di navbera Reqa û Dêrazorê de bibirin û bajarê Reqayê dorpêç bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Rojavayê Reqa

Qonaxa sêyemîn ji oprasiyona Hêrsa Feratê dest pê kir, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk hewl didin, ku riya di navbera Reqa û Dêrazorê de bibirin û bajarê Reqayê dorpêç bikin.

Ev yek jî tê piştî ku, şervanên HSDê ji eniya Eyn Îsayê ve li nêzîkî bendava Sewra rawestiyan û niha şervan ji gundê Xinês ber bi aliyê Reqayê ve diçin.

Ji aliyê xwe ve, çekdarên DAIŞê di navenda Reqayê de xwe bi cî dikin û bo herêmên vala bi paş ve vedikşin. Piraniya êrîşên wan di rêya kesên xwekuj û otombîlên teqîner re tên kirin, ku ta niha du otombîl hatine teqandin, yek ji wan ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Nevdewletî ve bû.

Grûpên pûçkirina mayînan di eniya pêş de belav dibin û mayînan hildikin, berî ku şervan pêş bikevin. Herwiha firokeyên hevpeymaniyê liv û tevgera çekdarên DAIŞê topbaran dikin.

Odeya Operasyona Hêrsa Feratê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) îro di konferanseke rojnamegerî de destpêkirina qonaxa sêyem ya kontrolkirina rojhilatê bajarê Reqayê ragihand.