Fuara lîstik û pêlistokan dilê zarokan şad dike

Li cîhanê piştî sektora înternet û înformasyonê, sektora ku herî zû pêş dikeve sektora lîstikên dîjîtal in. Li Stenbolê eleqeya bo fuara lîstikên dîjîtal tê nîşandan; geşedana sektora lîstik û pêlistokan jî derxiste holê. Zarok û gêncan bo ketina fuarê bi demjimêran li ber derî fuarê ketin nobedariyê. Mereqdarên lîstikan yên ku cilûbergên karakterên ku jê hezdikin li xwe kirine, dîmenên rengîn derxistin holê. Azweriya zarok û gêncan ya bo lîstikan
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li cîhanê piştî sektora înternet û înformasyonê, sektora ku herî zû pêş dikeve sektora lîstikên dîjîtal in. Li Stenbolê eleqeya bo fuara lîstikên dîjîtal tê nîşandan; geşedana sektora lîstik û pêlistokan jî derxiste holê. Zarok û gêncan bo ketina fuarê bi demjimêran li ber derî fuarê ketin nobedariyê. Mereqdarên lîstikan yên ku cilûbergên karakterên ku jê hezdikin li xwe kirine, dîmenên rengîn derxistin holê.

Azweriya zarok û gêncan ya bo lîstikan

Ev qerebalixa zarok û gêncan ya ku bi kelecaneke mezin hewl didin ku têkevin vê avahiyê ji ber fuara lîstik û pêlîstokan li vir kom bûne. Bi hezaran zarok ji bo têkevin vê fuarê ji danê sibê ve ye hatine ber deriyê vê fuarê. 

Fuara ku li ser qadekî bi qasî 14 hezar metreçargoşeyî hatî avakirin, ji ber betlaneya dibistanan ji aliyê zarok û gêncan ve rastî eleqeyeke gelekî mezin hat.

Mereqdarên lîstikan yên ku cilûbergên karakterên ku jê hezdikin li xwe kirine, dîmenên rengîn derxistin holê.

Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump jî wekî karakterekî nû di fuarê de rastî eleqeyeke mezin hat.

Beşdarê ku xwe kiriye karakterê Trump ji K24ê re got: "Ez ji Trump gelekî hez dikim. Min ev maske dema ku Trump bû namzetê serokatiyê kirî bû. Ez dikarim bêjim ku Tramp bi saya min bû serok… Fûar ji bo min gelek baş birêve naçe. Hemû kes dixwazin bi min re wêne bigirin ji ber wê jî ez nikarim li fûarê bigerim."

Eleqeya ku li fuarê; herwiha geşedana sektora lîstik û pêlistokan jî derdixe holê. Tê destnîşankirin ku ev sektor piştî sektora înternet û înformasyonê sektora herî zû geş û mezin dibe ye. Li gor daneyên dawî di sala 2016an de bihayê sektorê ji 110 milyar dolarî derbas bûye. Li Tirkiyê ev reqem nêzî yek milyar dolar e.

Fuara ku ji aliyê lîstik û pêlistokhezan ve rastî eleqeyeke mezin hatî; dê 4 rojan ji bo mereqdarên pêlistokan vekirî be.