Almanya red kir leşkeran radestî Tirkiyê bike

Almanya daxwaza Tirkiyeyê ya derbarê radestkirina leşkerên Tirkiyeyê ku piştî hewla derbeya leşkerî penahendeya Almanyayê bûbûn red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Almanya daxwaza Tirkiyeyê ya derbarê radestkirina leşkerên Tirkiyeyê ku piştî hewla derbeya leşkerî penahendeya Almanyayê bûbûn red kir.

Piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê 40 leşkerên Tirkiyeyê ko nav NATOyê de kar dikirin penahendeyê Almanyayê bûbûn. Li ser yekê jî Tirkiye daxwaza radestkirina leşkeran ji Almanyayê kir.

Lêbelê Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Thomas de Maiziere ji rojnameya Almanî “Passauer Neuen Presse” diyar kir ku. Daîreya Penaberiyê di çarçoveya yasayan de biryara xwe bi tena serê xwe dide û ew nikarin ji bo Tirkiyeyê biryarek taybet bidin.

Berî niha Berdevkê Wezareta Navxwe ya Almanyayê  amaje kiribû ku, di sala 2016an de nêzîkî 6 hezar welatiyên Tirkiyeyê penahendeyê Almanyayê bûne.