Li Xaneqînê bombeyek bi çekdarên Heşda Şeibî de teqiya

Li navçeya Qeretepe ya ser bi Xaneqînê ve, bombeyeke çandî bi çekdarên Heşda Şeibî de teqiya, di encamê de kuştî û birîndar çê bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Qeretepe ya ser bi Xaneqînê ve, bombeyeke çandî bi çekdarên Heşda Şeibî de teqiya, di encamê de kuştî û birîndar çê bûn.

Jêderekî ji Asayişa Qeretepê ji peyamnêrê K24ê re ragihand, bombeyeke çandî bi çekdarên Heşda Şeibî ve teqiya, di encamê de çekdarekî Heşda Şeibî hete kuştin û 3 çekdarên din jî birîndar bûn.

Wî jêderî amaje bi wê yekê kir jî, çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundê Kogcelî ya li nêzîkî gola Hemrînê kirin û 400 seriyên pez revandin.

Piştre çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê êrîşî çekdarên DAIŞê kirin, di encamê de jî çekdarekî din yê Heşda Şeibî hate kuştin û 4 çekdarên din jî birîndar bûn.