Li Babê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li derdora bajarê Babê ya li bakurê rojhilatê Helebê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li derdora bajarê Babê ya li bakurê rojhilatê Helebê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Serfermandariya leşkerî ya Tirkiyê ragihand, ku “Di çarçoveya Operasyona Mertala Firatê de, li devera Babê di şere navbera çekdarên DAIŞê û leşkerên Tirkiyê de, 2 serbazên Tirk hatine kuştin û 15 serbaz jî birîndar in.”

Li gor ragihandina Serfermandariyê de hatiye, ku “Sibeh a 8 sibatê 2017an de 2 leşker hatine kuştin û 15ên din jî birîndar bûn e. Leşkerên birîndar rakirina nexweşxaneyên nêzîkî sînor ên li Tirkiyê”

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 24 Tebaxa borî de dest bi operasyona Mertala Feratê li nava xaka Sûriyê de kirin. Heta niha bêhtir ji 50 leşkerên Tirk di wê operasyonê de canê xwe jidest dane.