Dayîna çekan bo HSDê, pirsa herî hestiyar a Tirkiyê ye

Tirkiyê hêviya xwe ji rêveberiya Obama birîbû, lê gavên dawîn ên Trump ew tirsên Tirkiyê careke din anîne rojevê. Nîqaşa dayîna wesayîtên bi zirpoş ya bo HSDê rageşiya di nava herdu welatan de bilind kir. Lê li gorî rojnamegeran li pêşberî vê gava Amerîkayê wê Tirkiye bêdeng bîmîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Tirkiyê hêviya xwe ji rêveberiya Obama birîbû, lê gavên dawîn ên Trump ew tirsên Tirkiyê careke din anîne rojevê. Nîqaşa dayîna wesayîtên bi zirpoş ya bo HSDê rageşiya di nava herdu welatan de bilind kir. Lê li gorî rojnamegeran li pêşberî vê gava Amerîkayê wê Tirkiye bêdeng bîmîne.

Dayîna çekan û wesayîtên zirîpoş yên bo HSDê ji berê de meseleya herî hestiyar ya Tirkiyê ye. Gelek caran jî Tirkiyê di vê barê de Amerîka hişyar kiribû. Li gorî pisporan ev helwesta Trump naşibe polîtîkayeke mayînde. Enqere jî bi vê dizane, loma denge xwe dernaxe. Her çiqas car caran di perdeya bilind de reaksiyonê nîşan bide jî, Enqerê di wê baweriyê de ye ku hîn Trump siyaseta xwe ya li Sûriyê diyar nekiriye. Bi taybetî jî dayîna çekan ya bo YPGê wek berdewama polîtîkaya Obama ya plana rizgarkirina Sûriyê û Reqqayê tê nirxandin, ku Trump aniha daxwaza guherîna wê planê dike.

Ji Amerîkayê 3 daxwazên Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê hene. Ya yekem, Radestkirina Fetullah Gulen. Duyem, Sererastkirina îdraqa Amerîkayê û ya sêyem, bidawîanîna piştevaniyê ya bo YPGê.

Bi boçûna Nûnerê Enqerê yê Mîlliyetê rojnameger Gokçer Tahîncîoglu ev her sê xal wê dahatûya têkîliyên Tirkiye û Amerîkayê di pêş de diyar bikin. Tahîncîoglu ji K24ê re wiha axivî: “Ji bo HSDê dayîna çekan wek hewlên dawîn ên rêvebriya Obama tên nirxandin; loma Enqere dengê xwe zêde ji Trump re dernaxe. Lê helbet çekdarkirina YPGê Tirkiyê ditirsîne jî. Bi baweriya min ev bêdengî wê demeke din jî berdewam bike; heta ragihandina plana rizgarkirina Reqqayê yan jî piştî hevdîtina Erdogan û Trump ya bi rû bi rû.”

Hebûna Kurdan û têkîliya bi rêxistinên Îslamî re du kêşeyên bingehîn in di nava Tirkiye û Amrîkayê de. Rojnameger di vê barê de dibêjin helwesta Trump diyar e, dixwaze bi Kurdan re bimeşe, li aliyê din jî helwesta wî ya li dij tevgerên Îslamî berbiçav e. Bi taybetî jî di şûna îbareya terorîzmê de terorîzma Îslamî bi kar tîne. Ligel vê jî ew derfeta Tirkiyê ku xwe ji Amerîkayê dûr bike nîn e.

Li gorî rojnameger Yaşar Aydin, Erdogan reaksiyona ku li hemberî Merkel nîşan daye ya li ser peyva terorîzma Îslamî heta niha nîşanî Tump nedaye. Aydin dibêje: “Tirkiye wê çavê xwe li gelek kirinên Trump bigire da ku karibe di warê hevkariya leşkerî de nêzîkî Amerîkayê bibe. Hebûna Tirkiyê ya li Rojhilata Navîn bi dû hêzên desthilat ve girêdayî ye. 70 sal zêdetir e bi Amerîkayê re hevkariyeke stratejîk kiriye, bi Rûsyayê re her car kêşeyan rûdaye. Ger di serdema referandûmê de Tirkiye di warê polîtîkaya navxweyî de, derbarê El Babê de serkeftineke leşkerî bixwaze pêwîst e bi Amerîkayê re li hev bike.”

Bi bîr û boçûna rojnamegeran piştî prosesa Astanayê wê Tirkiye digel Amerîkayê pozîsyonekê bigire. Ew Destûra Bingehîn ya Sûriyê yanî têkîliyên Rûsya, Îran û Sûriyê ku li Astanayê diyar bû wê zorê bide Tirkiyê. Ji dîrokê vir ve Tirkiye bi Amerîkayê re nêzîktir e, ligel hemû rageşî û dijberiyan jî wê rexê xwe ne ji Rûsyayê ji Amerîkayê diyar bike. Li gorî analîzên rojnamegeran Tirkiyê dengê xwe dernexist ligel ku Trump li 7 welatan ketina Amerîkayê qedexe kir. Ji bo çi ji bo Tirkiye dixwaze û mecbur maye ku bi Amerîkayê re li ser bingeheke nû têkîliyê saz bike.