Mertala Feratê derbasî Babê bû

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihand, ku artêşa Tirkiyê û çekdarên Mertala Feratê derbasî bajarê Babê bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihand, ku artêşa Tirkiyê û çekdarên Mertala Feratê derbasî bajarê Babê bûn.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li Enqerê di konferanseke rojnamergerî de ragihand, çekdarên opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya artîşa Tirkiyê derbasî bajarê Babê bûn û hin taxên wî bajarokî kontrol kirin.

Herwiha Yildirim amaje bi wê yekê kir, ku bajarê Babê ji hemû aliyan ve dorpêç kiriye.

Şeva borî, Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi rêya telefonê axivîn û tekezî li ser wê yekê kirin, Tirkiye û Amerîka hevpeymanên NATO ne û piştgiriya Amerîka bo Tirkiyê dê berdewam bike.

Bajarokê Babê ji sala 2014an ve ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kontirolkirin. Di 24ê Tebaxa Borî de artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê dest bi operasyona Mertala Feratê kiribûn.