Li Babê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di encama şer û pevçûnên li nêzîkî bajarê Babê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama şer û pevçûnên li nêzîkî bajarê Babê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Fermandariya Hêza Çekdar ya artêşa Tirkiyê ragihand, duh di şerê û pevçûnên di navbera wan û DAIŞê de li Babê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 15 leşker jî birîndar bûn.

Fermandariyê amaje bi wê yekê kir, ji giraniya birînên 3 leşkeran, wan jî canê xwe jidest dan.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim duh ragihandibû, çekdarên opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê derbasî bajarê Babê bûn û hin taxên wî bajarokî jî kontrol kirin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 24 Tebaxa borî de dest bi operasyona Mertala Feratê li nava xaka Sûriyê de kirin. Heta niha zêdetirî ji 62 leşkerên Tirk di wê operasyonê de canê xwe jidest dane.