Mislim: Ti aliyekî siyasî bo Cenêvê nehatiye vexwandin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim derbarê danûstandinên Cenêvê de ji K24ê re ragihand, ti aliyekî siyasî bo Cenêvê nehatiye vexwandin û Nûnerê NY yê Taybet bo Sûriyê Steffan De Mistûra gotiye, heger şandeke opozçsyonê neyê destnîşankirin, dê bixwe şandekê destnîşan bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim derbarê danûstandinên Cenêvê de ji K24ê re ragihand, ti aliyekî siyasî bo Cenêvê nehatiye vexwandin û Nûnerê NY yê Taybet bo Sûriyê Steffan De Mistûra gotiye, heger şandeke opozçsyonê neyê destnîşankirin, dê bixwe şandekê destnîşan bike.

Mislim amaje bi wê jî kir, heger şandek ji Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) ku PYDê endameke wê ye di danûstandinên Cenêvê de beşdar nebe, dê ew danûstandin bê wate be.

Derbarê lihevhatineke siyasî di navbera Rêveberiya Xweser û ENKSê de, Salih Mislim got, ew amade ne ku civînên yekîtiyê lidar bikevin. 

Biryar e di vê mehê de û di bin serpereştiya NY gereke din ya danûstandinên Cenêvê di navbera opozîsyon û rêjîma Sûriyê bê lidarxistin. Opozîsyonê jî raghandibû, ku Artêşa Azad li danûstandên Cenêvê amade nabe, heta agirbest li ser erdê neyê çespandin.