Li Wanê 16 kes hatin binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê 16 kes bi tuhmeta PKKê hatin binçavkirin.
Polîsên dijî terorê yên Wanê îro operasyon pêk anîn û bi ser malan de girtin, di encamê de 16 kes bi hinceta endamtiya PKKê binçav kirin.
Kesên ku hatine binçavkirin wekî baskên ciwanan a PKKê nav bajaran de tên tohmetbarkirin û lêpirsîna wan di Rêveberiya Asayîşa Wanê berdewam dike.
Herwiha ji aliyekî din ve, îro li bajarê Stenbolê jî hejmarek zêde polîs operasyoneke berfireh pêk anîn û bi ser 26 kargehan de girtin. Hat zanîn xwediyê kargehan bi alîkarîkirina pereyan ji bo PKKê tên tohmetbarkirin.
Derbarê hejmara binçavkiriyan de ti agahî nehate dayîn.