“Bila roja dengdayînê de rewşa awarte were rakirin”

Platforma Baroyên Bakurê Kurdistanê civîna xwe ya nirxandina rojeva Bakur ku sê mehan carekê tê lidarxistin li Diyarbekirê pêk anî. Di civîna vê carê de mijara sereke referandûma 16'ê Nîsanê bû û lidarxistina referandûma di nava rewşa awarte de wek kiryareke nedemokratîk hate dîtin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Platforma Baroyên Bakurê Kurdistanê civîna xwe ya nirxandina rojeva Bakur ku sê mehan carekê tê lidarxistin li Diyarbekirê pêk anî. Di civîna vê carê de mijara sereke referandûma 16'ê Nîsanê bû û lidarxistina referandûma di nava rewşa awarte de wek kiryareke nedemokratîk hate dîtin.

Platforma Baroyên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar di derbarê referandûma 16'ê Nîsanê de nêrînên xwe anî ziman. Daxuyaniya Platforma Baroyên Bakurê Kurdistanê ji aliyê Serokê Baroya Diyarbekirê Ahmet Ozmen ve hate xwendin û Ozmen bang kir ku, qet nebe bila roja dengdayînê de rewşa awarte were rakirin. Di derbarê pêvajoya referandûm û guhertina destûra bingehîn de Serokê Baroya Şirnexê Nêçîrvan Elçî jî anî ziman ku pêwîste destûra bingehîn bi temamî were guhertin.

Serokê Baroya Şirnexê Nêçîrvan Elçî ji K24ê re wiha axivî: "Makezagoneke ku mafê kurdan mafê elewiyan nas neke û hemû pêkhateyên vî welatî nebêjine ku temame ev makezagon ya min e, dê ji pîvanên demokratîk û hiquqî dur be."

Baroyên Bakurê Kurdistanê dan zanîn ku di pêvajoya referandûmê û bi kar anîna dengan de dê baroyên Bakur komîsyonên çavdêriyê ava bikin û  welatiyên ku alîkariyê bixwazin jî ji wan re alîkariya hiquqî jî dabîn bikin.

Serokê Baroya Wanê Mûrat Tîmur da zanîn ku ji bo ku welatî bi awayeke hêsan dengên xwe bi kar bînin ew ê ji wan re bibin alîkar. Tîmur got: "Mamoste, wekîl parêzer an hatin girtin an jî ji kar hatin avêtin. Di rewşeke wiha de li dar xistina referandûmê ne hewce ye, tişta pêwîst ew e ku ji bingehê ve destûreke nû were çêkirin."

Di daxuyaniya hevpar a Baroyên Bakurê Kurdistanê de li ser mijarên wek biryarnameyên bi hikmê zagonî , girtina parlementerên HDP'ê û doza Tahîr Elçî de jî nirxandin hatin kirin û bang li rayedarên dewletê hate kirin ku mekanîzmaya hiquqê bi awayeke rêkûpêk were meşandin.