Leşkerekî Tirk li Babê hate kuştin

Li Babê ya bakurê rojhilatê Helebê leşkerî artêşa Tirkiyê hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Babê ya bakurê rojhilatê Helebê leşkerî artêşa Tirkiyê hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Îro danê sibê, leşkerên Tirkiyê yên di çarçoveya operasyona Mertalê Ferêt de li herêma Babê Sûriyê rastî êrişa çekdarên DAIŞê hatin. Di encamê de leşkerî artêşa Tirkiyê hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê ku 173 roj in di bin navê operasyona Mertala Ferêt de li nava xaka Sûriyê dest bi operasyonê kiriye, ji berî çend rojan de derbasî nava hin taxên bajêr bûne û kontrol kirine.

Heta niha hejmara kûştiyên artêşa Tirkiyê gihêştiye 67 leşkeran.