70 kes bi tumeta PKKê hatin desteserkirin

Li Stenbolê operasyona desteserkirina 104 endamên PKKê encam da û 70 kes hatin desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê operasyona desteserkirina 104 endamên PKKê encam da û 70 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Dijeterora Stenbolê ragihand, li gor zanyariyên gihêştine destê wan, ku PKK amadekariya êrîşeke çekdarî dike, li hemberê jî wan dest bi operasyona desteserkirina 104 endamên PKKê birêve bir.

Hat zanîn ku, operasyoneke demjimêr 2:00 ber destê sibê bi havkariya hêza asmanî berêve çû û di encamê de 70 kes hatin desteserkirin. Herwiha klanşîkovek, du damençe û hejmarek mezin ji guleyan jî hatin desteserkirin.

Piştî desteserkirina bergûmanan, bo lêkolînê ji Rêveberiya Asayişa Stenbolê re hatin veguhastin.

Hat ragihandin jî, operasyona desteserkirina 34 kesên din jî hîn berdewam e.