Şêwekar Zubêr Şêxmûs tevî zehmetiyan berdewam e
K24 – Qamişlo
Karê hunerî bi giştî û yê şêwekariyê bi taybet li Rojavayê Kurdistanê rastî gelek zehmetî û kêşeyan tê, ji bilî ku ji ber nasnameya Kurdî gelek şêwekarên Kurd karên cûrbecûr dikin, da ku karê şêwekariyê bikin.
Tê gotin ji nava êş û tariyê afirandin ji dayik dibe. Di dirêjahiya temenê xwe de tenê ji ber ku Kurd e ji hemû xewn û omîdên xwe dihate dûrxistin, lê ev dûrxistinê wî nêzîkî êşa civaka wî dike.
Mîna tevahiya şêwekar û hunermendan, Zubêr Şêxmûs êşa wê yekê dikşîne, ku ti sazî yan jî dezgehên guhdan û alîkariyê bi wan re bike tune ne û tenê pêşkêşkirina serpêhatiyên gelê Kurd û zehmetiyên jiyana wan bi bê dengiya xwe li ser textan bi tiliyên xwe dinexşîne.
Hunera Kurdî mîna wêje, axaftin, û hînkirina bi zimanê dayikê rastî tunebûn û qirkirinê dihat, zehmetiya jiyanê û tunebûna karînên aborî jî aloziyan li pêş karê afirandinê zêdetir dike, lê tenê bawerî û nameya mirovahiyê berdewamiyê dide jiyan û dahênana afirêneran.