Artêşa Tirkiyê %40 ji bajarê Babê kontrol kir

Artêşa Tirk û grûpên opzîsyona Sûriyê ji sedî 40 ji navenda bajarokê Babê kontrol kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirk û grûpên opzîsyona Sûriyê ji sedî 40 ji navenda bajarokê Babê kontrol kirine.

Ajansa “AA” ya Tirkiyê ragehand, Artêşa Tirk tevî grûpên opzîsyona Sûriyê li başûr û rojavayê bajarê Babê hezar û 500 metroyan ketiye navenda bajêr û taxa Zemzemê, Mizgefta Zemzem, navenda werzişê, avahiya Partiya Beisê, nexweşxane û bazar kontrol kirin.

Herwiha bi vê operasyonê nehate hîştin ku Artêşa Sûriyê jî nêzîkî navendê bibe.

Ev 174 roj in operasyona Mertala Ferêt dest pê kiriye û bi operasyona Babê hêzên Tirkiyê  35 k.m kûrahî ketine nav Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û heta niha hezar û 927 k.m xak hatiye kontrol kiriye.

Li aliyê din Artêşa Tirk da xuyakirin, îro li hember 51 baregeh û sengerên DAIŞ'ê, 55 êriş kirine.