Li Diyarbekirê konferansek bo sîstema Federalîzmê

Bi serperiştiya Kovara Deng li Diyarbekirê Konferanseke bi navê "Pirsa Kurd û Ruwenga Çareseriya Federalî" hate li dar xistin. Beşdarên konferansê amaje kirin ku ji bo Bakurê Kurdistanê pergala federalî dikare bibe çareseriyeke girîng.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Bi serperiştiya Kovara Deng li Diyarbekirê Konferanseke bi navê "Pirsa Kurd û Ruwenga Çareseriya Federalî" hate li dar xistin. Beşdarên konferansê amaje kirin ku ji bo Bakurê Kurdistanê pergala federalî dikare bibe çareseriyeke girîng.

Kovara Deng, bi konferansekê mijara federalîzmê bo Bakurê Kurdistanê da nîqaşkirin. Di konferansê de axaftina vekirinê ji aliyê Gerînendeyê Giştî yê Kovara Deng Bayram Bozyel ve hate kirin û Bozyel amaje kir ku, pêwîst e êdî federalîzm ji bo Bakurê Kurdistanê wek rêyeke çareseriyê were rojevê.

Di rûniştina yekem a konferansê de Akademîsyenên wek Vahap Coşkûn, Mesût Yegen û Arzû Yilmaz nêrînên xwe yên derbarê pergala federalîzmê de anîn ziman. Akademîsyen Mesût Yegen anî ziman ku xwestekên xelkê Bakurê Kurdistanê pergala federalî dide nîşan.

Akademîsyen û Civaknas Mesût Yegen wiha jî K24ê re axivî: “Dema mirov ji kurdên Bakur dipirse hûn kîjan pergalê dixwazin, ew dibêjin ku xweseriya demokratîk baş e; lê dema mirov dipirse, hûn kîjan mafan dixwazin ew dibêjin zimanê Kurdî bibe fermî, rêveberiya xwecihî û perwerde ya zimanê dayîkê. Ev xwestek jî tenê di pergala deferalî de tê cîbicîkirin. Yanî pêwîst e ku pergala federalî ji bo xelkê Bakurê Kurdistanê baştir were vegotin.”

Di rûniştina duyem a Konferansê de Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Mesut Tek, Cîgirê Wezîrê Çandê yê Kurdistanê Salar Osman, Nivîskar Behrûz Şujaî û nivîskar Umît Tektaş li ser derfetên pêk anîna pergala federalî nirxandinên xwe anîn ziman. Di vê çarçoveyê de Cîgirê Wezîrê Çandê yê Kurdistanê Salar Osman di wê baweriyê de ye ku li Bakurê Kurdistanê beriya her tiştî pêwîstî bi yekîtiya dînamîkên kurdan heye.

Cîgirê Wezîrê Çandê yê Kurdistanê Salar Osman ji K24ê re jî got: “Di nava beşdarên Konferansa Pirsa Kurd û Ruwenga Çareseriya Federalî de ew nêrîn derket pêşiyê ku, pêwîst e Tirkiye pergala federalî ji xwe re wek gefekê nebîne û berovajiyê vê yekê pêwîste wek rêya çareseriyê bibîne derket pêş.”