Cenêva 4 di navbera ENKS û PYDê de!

Piştî şanda opozosyona Sûriyê ji bo gera Cenêv 4 hate destnîşankirin û ji aliyên Kurdî ve ENKSê wek nûnereke Kurdî tê de beşdar dibe, partiyên di nava Rêveberiya Xweser de li Rojavayê Kurdistanê bi serkêşiya PYDê dibêjin ku çi kongreyên navnetewî bêyî wan li darkevin, dê bê wate bimînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Piştî şanda opozosyona Sûriyê ji bo gera Cenêv 4 hate destnîşankirin û ji aliyên Kurdî ve ENKSê wek nûnereke Kurdî tê de beşdar dibe, partiyên di nava Rêveberiya Xweser de li Rojavayê Kurdistanê bi serkêşiya PYDê dibêjin ku çi kongreyên navnetewî bêyî wan li darkevin, dê bê wate bimînin.

Di encama civîna Riyazê paytexta Siûdiyê di navbera aliyên opozçsyona Sûriyê de, şanda opozosyonê ji bo gera Cinêv 4 hate destnîşankirin.

Şanda navhatî hemû pêkhatên Sûriyê li xwe digre û di nav wan de nûnerên ENKSê ku yek ji endamên Îtîlafa Niştimaniya Sûriyê ye, dê wekî nûnerê Kurdan di civînên Cenêvê de beşdar bibin.

Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif di derbarê beşdariya ENKSê de ji K24ê re axivî û got: “Beşdariya me di Cenêvê de tê wê wateyê ku riya me dabû ser ku me xwe tevlî opozosyonê kir, riyeke rast û dirust bû û ji bo wilo jî em dikarin li hemû kongireyên navnetewî amade bibin. Aliyên TEV-DEMê ku di Cenêvê de beşdar nabin, ewjî ji ber siyasetên wan yên şaş ku xwe li ti alî negirtin, ne bi rêjîmê re û ne jî bi opozosyonê re wekî ew dibêjin.”

Derbarê beşdariya tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kuristanê bi yek şandê di gera Cenêv 4 de, bangeke lihevhatinê ji aliyê TEV-DEMê û ENKSê ve hate dayîn, lê ew jî pêk nehat. Di vê mijarê de serkirdeyên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tekez dikin ku, çi kongreyên navnetewî bêyî beşdariya wan li darkevin, wê ne serkeftî bin.

Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo ji K24ê re got: “Herkes dizane ku eger nûnerên sîstema fedralîzma Bakurê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve û di nav wan de PYD jî amade nebin, ew kongre wê binkeftî be û kongreyên Cenêvê yên bûrî jî tevahiya wan weha bûn.”

Gera çaremîn ya danûstandinên Cenêvê ku biryar e di 20 meha Sibatê de wê li darkeve, pêşbîn e hemû rêxistinên çekdar û aliyên siyasî ji hemû pêkhateyên Sûriyê tê de beşdar bin. Herweha nûnerên maseya Mosko û Qahîrayê jî dê tê de amade bin.

Li gorî encamên civîna Riyazê, Serokatiya şandê kesekî sivîl e û 20 nûnerên danûstandinan hatine destnîşan kirin, herweha 20 şêwermendên yasayî û siyasî jî ligel wan dê di kongreyê de beşdar bibin.