Li Babê leşkerekî din yê Tirk hate kuştin

Li Babê ya Sûriyê leşkerekî Tirkiyê hate kuştin 4 leşker jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Babê ya Sûriyê leşkerekî Tirkiyê hate kuştin 4 leşker jî birîndar bûn.

Di çarçoveya operasyona Mertala Ferêt de, îro navbera çekdarên DAIŞê û leşkerên Tirkiyê de şer derket.  Di encamê de leşkerekî Tirkiyeyê canê xwe ji dest da 4 leşker jî birîndar bûn.

Leşkerên bîrîndar bo nexweşxaneyê hatin rakirin.

Arteşa Tirkiyê ji 24ê Tebaxa 2015an ve ketiye nav Sûriyê  û heta 66 leşkerên Tirkiyeyê canê xwe ji dest dane.