Yildirim: Piraniya Babê hatiye kontrolkirin

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, grûpên opozîsyonê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê pirabiya bajarê Babê kontrol kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dibêje, grûpên opozîsyonê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê pirabiya bajarê Babê kontrol kirine.

Binalî Yildirim di civîna partiya xwe de li perlementoyê axivî û got: “Em dikarin bibêjin ku bajarê Babê di jêr kontrolê de ye. Yildirim aşkere kir jî, armanca wan ji girtina wî bajarî, rêgirtina derbasbûna komên terorîst ji bo nava xaka Tirkiyê ye.

Duh jî, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, piştî kontrolkirina bajarê Babê, ew ê berê xwe bidin Minbic û Reqayê û ligel Hevpeymaniya Navdewletî hewl didin navçeya aram li Sûriyê ava bikin.

Di 24ê Tebaxa Borî de artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê dest bi operasyona Mertala Feratê kiribûn. Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim jî roja 8 Sibatê ragihand ku, çekdarên opozîsyonê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê derbasî Babê bûn.