Li hemberî PKKê operasyon: 834 kes hatin binçavkirin

Li Tirkiyê di operasyonên li hemberî PKKê de 834 kes hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê di operasyonên li hemberî PKKê de 834 kes hatin binçavkirin.

Derbarê mijarê de Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Tirkiyê ragihand ku, bi armanca 15ê Sibatê salvegera girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan de rê li ber xwenîşandanan bigirin polîsên dijî terorê li hemberî PKKê 37 bajaran operasyonek berfireh pêk anîne.

Rêveberiya Asayîşa Giştî aşkere kir, di encamê de 834 bergûmanên PKKê hatine binçavkirin.  Herwiha hejmarek zêde çek û teqemenî jî hatine bidestxistin û lêpirsîna binçavkiriyan berdewam dike.

Sibe 15ê Sibatê salvegera girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan e, ku di roja 15 Sibatê 1999an deli Kînyayê ji aliyê Tirkiyê ve hate girtin.