21 rojnameger bi tuhmeta propagandaya PKKê tên darizandin

Li Tirkiyê 21 rojnameger bi tawanbariya alîkariya PKKê dikin li Stenbolê derketin pêşberî dadgehê. Gelek hevkarên rojnamegerên ku derbarê wan de ji 3 salan heta 10 salan siza tê xwestin jî bo piştgiriya hevkarên xwe hatin ber derî dadgehê. Parêzeran jî angaşt kirin ku ev tawan hemû jî siyasî ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê 21 rojnameger bi tawanbariya alîkariya PKKê dikin li Stenbolê derketin pêşberî dadgehê. Gelek hevkarên rojnamegerên ku derbarê wan de ji 3 salan heta 10 salan siza tê xwestin jî bo piştgiriya hevkarên xwe hatin ber derî dadgehê. Parêzeran jî angaşt kirin ku ev tawan hemû jî siyasî ne.

Rojnameya Ozgûr Gundemê ya ku bi weşanên nêzî PKKê tê tawanbarkirin vê Tebaxa borî hatibu girtin û derbarê kesên ku ji bo alîkariyê bi awayekî dorvegerî derhêneriya weşana rojnameyê dikirin de jî bi gûmana propagandaya PKKê dikin, doz hatibû vekirin. 21 rojnamegerên tên tawanbarkirin li Stenbolê derketin pêşberî dadgêr.

Di danişînên cuda yên li dadgeha Stenbolê de derbarê rojnamegerên tên tawanbarkirin de bi gumanbariya propagandaya PKKê û endamtiya rêkxistinê navbera 3 û 10 salan de sizayên zindanê hate xwestin.

Parêzerên rojnamegerên ku tên darizandin gotin; ev tawanbarî hemû jî siyasî ne. Parêzer Emel Ataktûrk Sevîmlî ji K24ê re wiha axivî: "Di danişîna îro de dozgeran nêrînên xwe pêşkêş kirin û sizayên ku dixwazin aşkere kirin. Di danişînên din de dê biryar werin dayîn. Em dibînin ku danişîn bi awayekî lez û bez berev bi encambûnê ve diçin û diyare ku dê sizayan bidin. Heger siza bê dayîn em dê serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê bidin."

Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegeran Faruk Eren jî got: "Li Tirkiyê ji bo rojnamegeran rewşeke gelekî metirsîdar li holê ye. Em niha ka li Tirkiyê bi giştî çend rojnameger tên darizandin. Îro li vir 21 rojnameger hatin darizandin. Ne pêkane ku em darizandina rojnamegerên ku tenê karê xwe dikin qebûl bikin."

Piştî ku berdewama danişînê bo wergirtina îfadeya tawanbaran paşde hat avêtin û şûnde, hat ragihandin ku dozger ji bo zimanzan Necmiye Alpay 8 sal sizayê zindanê xwestiye. Necmîye Alpay di çarçoveya heman dozê de demekê girtî hatibû darizandin û piştre jî serbest hatibû berdan.  

Rojnameger Hasan Cemalê ku di çarçoveya heman dozê de dihate darizandin jî bi tawana ku di nivîseke xwe de propagandaya PKKê kiriye hat darizandin û derbarê wî de jî salek û sê mehan sizayê zindanê hat dayîn. Sizaya Cemal jî paşde hat avêtin.