Xortekî Kurd: Numayişa hunereke balkêş dike

Ehmed Şahîn xortekî Kurd e û ji Rihayê ye. Nezî 17 salan e bi karê ximbilan mijûl e. Armanca wî ya sereke jî ew e ku bi çêkirina ximbilên hunermendên Kurd, çand û hunera Kurdan, bi zarokan bide nasîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Ehmed Şahîn xortekî Kurd e û ji Rihayê ye. Nezî 17 salan e bi karê ximbilan mijûl e. Armanca wî ya sereke jî ew e ku bi çêkirina ximbilên hunermendên Kurd, çand û hunera Kurdan, bi zarokan bide nasîn. Şahîn di jiyana xwe de li gelek deveran bi karê pandomîmê derketiye ser dikê. Lê belê dema ku dibîne ximbilvanî di nav Kurdan de zêde ne berbelav e, bîryarê dide ku êdî ximbilên hunermendên Kurd li gor çanda Kurdî bisêwirîne û bi van ximbilan nûmayîşan lidarbixe.

Ximbilvan Ehmed Şahîn derbarê vê hunerê de ji K24ê re wiha axivî: “Min li ser sehnê karê ximbilan dikir. Li bajarê Almanya min çêkir, li Hewlêrê jî min bername çêkirin. Li hemû cîhanê ximbil hunereke gelekî taybete. Lê belê li ba kurdan hunermendek tunebû. Kêmasiyek hebû. Ez fikirîm min got ez jî dikarim bikim.”

Ehmed di despêkê de ximbilê Şivan Perwerî çêdike, ji ber ku ew bi stranên Şivan Perwer mezin bûye û herwiha gelekî ji wî hez dike.

Ehmed Şahîn dibêje: “Min dest pê kir û pêşî jî min hunermendekî mezin, hunermendekî hêja ez jî bi stranên wî mezin bûm. Ez fikîrim ku zarokên me pêşeroja me ne û divê bi dublajan mezin nebin. Zarok bila bi stranên Kurdî, hunera Kurdî hîn bibin. Bila hunermendên me nas bikin. Bila bi hûnermendên Kurd re bi coş in bi kêf bibin.”

Ximbilvan Ehmed, ji çanda Kurdî ximbilên wekî bilûrvan û daholvan jî çêkiriye. Ji ber ku dawetên kurdan bê wan nabe. Herwiha ew difikire ku di dahatûyê de ximbilên gelek hunermendên Kurd ên navdar jî çêbike.

Ehmed Şahîn anî ziman: “Ji bilî ximbilê Şivan Perwer, bilûrvan Celîlo heye. Daholvan Sêwî Silo heye. Pêşerojê de jî di dilemin de heye ku ez ximbilên hûnermendên kurd hemûyan çêbikim wekî Aram Tîgran ez gelekî ji wî hezdikim. Paşe yê Cıwan Haco, Şakiro, Eyşeşan, Dilşad Said jî çêbikim.”

Şahîn, li Stenbolê bi gelek numayîşan hem li kolanan hem jî li mihrîcanan de rastî eleqeyeke mezin tê.  Wî dil daye vî karî û ew dixwaze bi vî karî çanda Kurdî û hunermendên Kurd bi zarokên Kurdan bide nasîn.