Li Babê 24 kesên sivîl hatine kuştin

Di encama bombebarana artêşa Tirkiyê ji bajarê Babê re 24 sivîl hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama bombebarana artêşa Tirkiyê ji bajarê Babê re 24 sivîl hatin kuştin.

Rawengeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ku di 24 demjimêrên borî de û di encama bombebarana artêşa Tirkiyê li ser bajarokê Babê 24 kesên sivîl hatin kuştin, ku di nava wan de 11 zarok in.

Li gor Rewangehê, ji encama operasyona Tirkiyê li wî bajarî ji Mijdara 2016an ve û heta niha derdora 400  welatiyên sivîl li Babê hatine kuştin.

Di 24ê Tebaxa Borî de artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê dest bi operasyona Mertala Ferêt li nava xaka Sûriyê kirine. Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim pêr ragihand ku, piraniya Babê hatiye kontrolkirin.