Barzanî û Ebdê pêşroja Kurd li Sûriyê gotbêj kirin

Berî bîstekê civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes El-Ebde di Munchênê bidawî bû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berî bîstekê civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes Ebde di Munchênê bidawî bû.

Peyamnêrê K24ê li Munchênê ragihand, Barzanî û şanda pê re ligel Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes El-Ebde û şanda pê re civiya û dawî pêşhat û guhartinên li Sûriyê û pêşeroja Kurd û mafên wê li Sûriyê gotbêj kirin.

Ebde piştî civîna wî ligel Serok Barzanî ji K24ê re got: “Dawî pêşhat û guhartinên li Sûriye û navçê dibin ligel Serok Barzanî gotûbêj kirin û me xwast ku nêrîna cenabê wî li ser wan guhartinan bizanin.”

Ebde derbarê krîza Sûriyê de jî got, “Gereke din ya danûstandinên Cenêvê di navbera opozîsyon û rêjîma Sûriyê dest pê dike. Me helwesta xwe bi zelalî ragihandiye ku em şer rawestînin, lê rêjîm pabend nabe, me ev pirs jî ligel Serok Barzanî behs kir.”

Herwiha Ebdê amaje bi danûstandinên di navbervera herdu aliyan û rûbirûbûna DAIŞê kir û got, gelekî girîng e herdu meydanên Iraq û Sûriye bi hev re kar bikin, bo jinavbirina DAIŞê.

Li ser mafê Kurd li Sûriyê, Ebdê got: “Em û ENKS bi hev re di yek hevpeymaniyê de ne, ku li ser bingeha hevbeşî ava bûye. Hevtêgihêştineke me temam ligel Serok Barzanî derbarê mafê ku Kurd daxwaz dikin heye. Herwiha ew maf jî di belgeyên me yên siyasî de jî hene”

Derbarê pirsa ku Îtîlafa opozîsyonê bijardeya federalîzmê bo Kurd qebûl dike de, Ebde got: “Me bi zelalî hewlesta xwe derbarê mafên candî û siyasî yên Kurd ragihandiye. Divê ev yek jî di destûr de bê cibicîkirin. Em dibêjin nenavendiya rêveberî, Kurd jî nenavendiya siyasî ango federalîzmê dixwazin, ev pirs jî di riya referandûmekê dikarin yekalî bikin.”