Tirkiye 2 pêşniyar bo şerê Reqayê pêşkêşî Amerîka kir

Operasiyona kontrolkirina Reqayê tevî ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve dest pê kiriye û di qonaxa sêyemîn de birêve diçe, Tirkiyê hîn rijd e li ser peşdarîkirina di wê operasyonê de û rola HSDê ya ku niha wê operasyonê birêve dibe tune dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Operasiyona kontrolkirina Reqayê tevî ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk  ve dest pê kiriye û di qonaxa sêyemîn de birêve diçe, Tirkiyê hîn rijd e li ser peşdarîkirina di wê operasyonê de û rola HSDê ya ku niha wê operasyonê birêve dibe tune dike.

Li gor rojnameya “Huriyet” a Tirkiyê, Enqerê du pêşniyar derbarê çawenya cîbicîkirina operasiyoneke leşkerî ya hevbeş li bajarê Reqayê pêşkêşî Washingtonê kirine.

Li gor rojnameyê, civîna li Incirlîkê ya di navbera serokerkanê Tirkiyê û Amerîkayê de, nexşeya rêya operasyona Reqayê hate gotûbêjkirin. Yek ji planên ku  Enqerê  pêşkêş kiriye, beşdarîkirina hêzên Tirkî û Amerîkî bi piştevaniya komando û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ku  Tirkiyê piştevaniya wê de ye, ku  derbasbûna wan hêzan dê bi rêya bajarokê Girê Spî yê sînorî be, ku niha di bin destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.

Ev yek tê wê wateyê, ku ew hêz dê di nava deverên di bin kontrola YPGê de derbas bibe, bi vê yekê jî divê Amerîka YPGê û HSDê razî bike ji bo vekirina rê ji bo derbasbûna wan hêzan ji Tirkiyê bo Reqayê.

Pêşniyara duyem ya Tirkiyê jî ew e, wan hêzan ji bajarokê Babê derbas bike, lê li gor rojnameya “Huriyet” serkeftina pêşniyara duyem zehmet e,  ji ber ku rê dirêj dibe û sirûşta navçeyê jî çiyayî ye.

Tirkiyê dibêje ew dikare operasyona Reqayê birêve bibe, bi beşdariya hêzeke ku di leşkergehên Tirkî de hatiye perwerdekirin, ku hejmara wan dighe 9 heta 10 hezar çekdarî.

Hevkariya di navbera Amerîka û HSDê de, ya ku YPG stûnê wê ye, cihê dilgiraniya Tirkiyê ye. Amerîka jî di vê dema dawî de hin çek di gel otombîlên leşkerî şandin ji bo HSDê, lê ji ber ku pêwendiya di navbera wê û Tirkiyê de aloztir in, Amerîka got ku ew piştevanî tenê ji bo hêzên Erebî yên di nav HSDê de ne. Herweha Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê gotibû ku, Amerîka ji wan re gotiye, ew rê nadin ku PYD kantonan li Sûriyê bigihîne hev, mebesta wî jî Kobanî û Efrînê ne.