Civîna Barzanî û Yildirim dest pê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya di çarçova hevdîtin û civînên li Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê de bi Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dest pê kir.
Peyamnêrê K24ê li Munchenê ragihand, biryar e îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bicive, dawî pêşhatên li herêmê û şerî Mûsilê û rûbirûbûna terorê gotûbêj bikin.
Îro roja dawî ya Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchena Almanyayê ye, di rojên borî de Serokê Herêma Kurdistanê çendîn hevdîtin û civînên girîng ligel serkirde û nûnerên welatên cîhanê kirin.
Ji Buhara sala 1963an ve li Munchena Almanyayê Konferansa Asayişa Cîhanê tê lidarxistin. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê gotûbêj tên kirin.