Erdogan: Emê bikevin Minbic û Reqayê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, ew dê bikevin Minbic û Reqayê û DAIŞê ji nav bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, ew dê bikevin Minbic û Reqayê û DAIŞê ji nav bibin.

Erdogan îro di çarçoveya serdanên xwe yên li Bakurê Kurdistanê de li bajarê Dîlokê axivî û bal kişand li ser operasyona Mertala Firatê û got, Ew piştî Cerablûs, Dabik û Raiyê ketin Babê û şerê DAIŞê kirin, niha jî ew xwe amade dikin ku bikevin Minbic û Reqayê.

Erdogan diyar kir, heger ew bi Amerîka û  hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re lihev bikin dê şerê DAIŞê bikin û Reqayê ji DAIŞê rizgar bikin.

Ji aliyekî din ve, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim jî  ragihand ku, ew rasterast nakevin nava Reqayê, lê pişt grûpên opozîsyona Sûriyê û hêzên berxwedêr ên herêmî bisekinin.

Hat ragihandin ku, civînek li navenda Incirlîkê ya leşkerî di navbera serokerkanê Tirkiyê û Amerîkayê de hate lidarxistin û nexşeya rêya operasyona Reqayê hate gotûbêjkirin. Tirkiyê jî aliyê xwe ve 2 pêşniyar pêşkêşî Amerîka kir.