"Beşdariya Barzanî, destkeftiyên nû bi xwe re tîne"

Tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî digel şandeya nûnerên Kurdan a li Konferansa Ewlehiyê ya Navneteweyî, li Bakur jî deng veda û bû bingeha hêviyên ji bo pêşeroja pirsa Kurd. Li gorî Partiyên Kurdistanî û çavdêrên siyasî yên Bakur, tevlîbûnên nûnerên Kurdan ên civîn û konferansên navneteweyî, dê ji bo maf û azadiyên Kurdan, destkeftiyên nû bi xwe re bînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir  

Tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî digel şandeya nûnerên Kurdan a li Konferansa Ewlehiyê ya Navneteweyî, li Bakur jî deng veda û bû bingeha hêviyên ji bo pêşeroja pirsa Kurd. Li gorî Partiyên Kurdistanî û çavdêrên siyasî yên Bakur, tevlîbûnên nûnerên Kurdan ên civîn û konferansên navneteweyî, dê ji bo maf û azadiyên Kurdan, destkeftiyên nû bi xwe re bînin.

Di Konferansa Ewlehiyê ya Navneteweyî de nûnertiya ji Başûrê Kurdistanê, li Bakur jî ji nêz ve tê şopandin û ji bo pirsa Kurd li qada navneteweyî were belavkirin, wekî derfetên dîrokî tên nirxandin. Şandeya ku bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî  nûnertiya gelê Kurd dike, li gorî partiyên Kurdistanî yên Bakur, dê ji bo çar parçeyan jî bibe navgîna siyaseteke destkeftî.

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, diyar dike ku dê ev civîn ji bo Bakur jî pêşî li siyaseta Kurdan vebike. Kardaş ji K24ê re jî wiha axivî: “Destkeftinên miletê Kurd li kîjan parçeyî çê bibin, parçeyên din jî pê kêfxweş dibin, pê serbilind dibin û dikevin rewşeke aram. Bi destkeftinên wiha girîng, moralê gel jî bilind dibe. Miheqeq civînên bi vî rengî, dê di rêya me de ji bo me serkeftinan bîne û di siyaseta Bakur de em ê jî jê sûdê werbigirin.”

Li gorî çavdêrên siyasî yên bakûr diyar dikin, hemû kombûnên navdewletî ji bo karvedanên siyasî, wekî derfetên girîng tên dîtin û di xebatên bi vî rengî de bala raya giştî ya cîhanê, zêdetir li ser pirsa Kurd tê civandin. Çavdêrê Siyasî û nivîskarê Kurd, Şerefxan Cizîrî jî balê dikişîne ser guftûgoyên li ser civaka Kurd û diyar dike ku hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê, bi nûnerên dewletên cîhanê re gihîştiye asteke girîng û ji bo pêşeroja Kurdan hêviyên xurt çêdike.

Çavdêrê Siyasî û Nivîskarê Kurd Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got “Dema ku aliyên nûnertiya Kurdan bi serokomar û serokwezîrên welatên din re rûnên, Pirsa Kurd tê rojevê. Dema Pirsa Kurd bikeve rojevê, Kurdên Bakûr jî, Kurdên Başûr jî Kurdên Rojava jî ango hemû Kurd di nav pirsa Kurd de cihê xw digirin. Ji ber vê yekê jî bi raya min, civînên wiha dê bandorên gelek baş di qada navneteweyî de çêbikin.”

Konferansa Ewlehiyê ya Navneteweyî ku îsal cara 53’yemîn tê lidarxistin, bi tevlîbûna gelek dîplomat, nûnerên rêxistinên navneteweyî û rêveberên payebilind pêk hat. Nûnertiya Kurdan a bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî; her wiha hevdîtinên şandeyê yên di asta navdewletî de; li Bakur jî bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin û li gorî nirxandinên çavdêrên siyasî, nîqaşkirina pirsa Kurd a di asta navneteweyî de dê encamên girîng bi xwe re bîne.