Bo perwerdehiya zarokên penaber konferansek

Pisporên perwerdehiyê ku ji welatên cuda hatin Tirkiyê, li Stenbolê, di konferanseke navdewletî de arîşeya perwerdehiyê ya penaberên Sûriyeyî guftûgokirin. Hat ragihandin hejmara zarokên ku nikarin biçin dibistanê her ku diçe zêdetir dibe û ev yek bo pêşeroja zarokan jî metirsiyeke mezin e.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Pisporên perwerdehiyê ku ji welatên cuda hatin Tirkiyê, li Stenbolê, di konferanseke navdewletî de arîşeya perwerdehiyê ya penaberên Sûriyeyî guftûgokirin. Hat ragihandin hejmara zarokên ku nikarin biçin dibistanê her ku diçe zêdetir dibe û ev yek bo pêşeroja zarokan jî metirsiyeke mezin e.

Yek pirsgirêka herî mezin a penaberan pirsgirêka perwerdehiyê ye ku hêj berdewam e. Di bin çavdêriya Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê î bi hevkariya saziyên sivîl, li Stenbolê, bi mebesta guftûgokirina arîşeya perwerdehiyê ya penaberan, konferanseke navneteweyî hat lidarxistin.

Berpirsê Lijneya Konferansê Eshad Şemsî ji K24ê re got: “Ji bo zarokên Sûrî ku çi li Lubnanê bin, çi li Urdunê bin, çi li Tirkiye bin û çi li Kurdistanê bin ji bo perwerdekirina zarokan em dikarin çi bikin, em dikarin çawa asta xwendina wan bigihînin asta cîhanî ji bo vê em li vir civiyane.

Ji bo perwerdehiya penaberan nezanîna ziman, kêmasiya mamoste û materyal wek kêşeyên sereke hatin ragihandin. Pisporê Perwerdehiyê Abdulmuheymîn Dêrşevî di vê derbarê de jî wiha axivî: “Me gelek caran ji dê û bavê zarokan pirsî. Malbat dixwazin zarokên wan di dibistanên fermî de û bi rêk û pêk werin perwerdekirin. Çimkî ew jî pêşeroja xwe difikirin. Li gorî nêrîna malbatan jî dîplomaya ku zarokên wan bi dest bixin bo dîtina kar ango berdewamiya perwerdehiya xwe ya bilind bi kêr be.”

Ji zêdeyî 3 milyon penaberên ku li Tirkiyê dijîn ji seî 50ê ji kesên 18 salî pîçûktir pêk tên. Li gor daxuyaniya wezareta perwerdehiyê ya Tirkiyê 850 hezar zarokên penaber ku li Tirkiyê hene ku divê biçin dibistanê. Ji wan 500 hezar zarok tên perwerdekirin.

Perwerdekarên beşdarî konferansê bûn balê kişandin ser girîngiya perwerdehiya zarokên penaber û daxwaz kirin ku hemû dewletên cihanî ji bo çareserkirina vê krîzê xebatê bikin.

Akademîsyen Îslam Cangîr jî dibêje: “Bi milyonan zarok li welatên biyanî belav bûne. Ji xwendinê dûr ketine û ev metirsiyeke gelek mezin e. Êdî ev mesele ne meseleya dewletekî ye. Ev krîz bûye navdewletî, pêwîst e hemû dewlet, hemû cîhan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li hev bicivin da ku çareyeke mayînde bê dîtin.”

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, ji ber şerê li Sûriyê, ji zêdeyî 4 milyon zarokên penaber ji mafê perwerdehiyê bêpar mane. Lê belê sal bi sal jî ev hejmar zêde dibe. Ev yek  dibe sedema nifşeke nezan.