Katî Pîrî: Rewşa Tirkiyê xerabtir dibînin

Raportora Parlamentoya Ewropayê ragihand, AK Partî ji pîvanên Yekîtiya Ewropa dûr e û her carên ku serdana Tirkiyê dikin, rewşê xeraptir dibînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Raportora Parlamentoya Ewropayê ragihand, AK Partî ji pîvanên Yekîtiya Ewropa dûr e û her carên ku serdana Tirkiyê dikin, rewşê xeraptir dibînin.

Raportora Parlamentoya Ewropayê Katî Pîrî, Raportora Parlamentoya Ewropa, di serdana xwe ya Tirkiyê de, daxuyanî da komek rojnamegeran û got, hikûmeta Tirkiyê soz dabû ku welatî ji rewşa awarte zerer nebînin, lê ji sed hezarî zêdetir kes ji kar hatine dûrxistin, ewqas jî hatine binçavkirin û parlamenter û rojnamegerên dibjer hatine girtin.

Katî Pîrî da xuyakirin, eger Tirkiye nearam be û ji demokrasiyê dûr bikeve, ev yek bo Ewropa ji krîza penaberan xeraptir e, bo Yekîtiya Ewropa mafê dijbereyan û azadiya çapemeniyê pir girîng e, her carek ku serdana Tirkiyê dikin, rewşa Tirkiyê xeraptir dibînin.

Li aliyê din, Komîsyona Yekîtiya Ewropa derbarê daxistina parlamentertiya Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag û cezaya 5 mehan bo Selahedîn Demîrtaş, gûmanên wan derbarê pêvajoya Tirkiyê de zêde kirine.