Işik: Piraniya Babê hatiye kontrolkirin

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyeyê Fîkrî Işik ragihand, piraniya Babê hatiye kontrolkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyeyê Fîkrî Işik ragihand, piraniya Babê hatiye kontrolkirin.

Fîkrî Işik derbarê operasyona Babê de daxuyanî da çapemeniyê û got ew demek dirêj e ketine nav sînorên Babê, lê îro ew dikarin bibêjin piraniya bajarê Babê hatiye kontrolkirin û ew ketine li navên de bajêr jî.

Işik da zanîn, niha li navenda bajêr operasyon tê kirin ku sedî sed Bab dê were kontrolkirin. Piştî vê xebatê ew dikarin bibêjin DAIŞ êdî li Babê nemaye.

Işik herwiha derbarê amedekariyên operasyona Reqayê de jî da zanîn ku ew naxwazin û dij in ku YPG di operasyonê cih bigre. Ew dixwazin operasyona Reqayê ji aliyê Arteşa Azad û xelkê wê deverê ve were kirin. Ew bi vê şertê dikarin piştgirî bidin hêzên Hevpeymaniya Navdewletî.

Ev daxuyaniyên Îşik di demekê de ne, ku îro Şêwermendê Yasayî yê opozîsyona Sûriyê Osama Ebûzêd ragihandibû, bajarê Babê bi temamî ji aliyê opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê hate kontrolkirin.