Barzanî: Serxwebûn pirsek navxweyî di navbera Hewlêr û Bexda de ye

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, Mafê çarenûsê, mafekî sirûştî yê gelê Kurd e. Herwihs daxwaza azadkirina Demirtaş jî kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, Mafê çarenûsê, mafekî sirûştî yê gelê Kurd e. Herwihs daxwaza azadkirina Demirtaş jî kir.

Barzanî di hevdîtinekê de bi rojnameya Franfurte Allgemaine Zeitung a Almanî de, da nîşandan, Serxwebûna Kurdistanê pirsek navxweyî, navbeyna me û Bexda ye û pêwendî bi Tirkiye û Iranê re nî ne. Her di vê derbarê de got: referendum berovajî prensîbên demokrasî û mafê mirovan nî ne, em ji bo vê yekê pêwîstî bi moleta kesekî nî nin.

Barzanî li roja 3ê hezîran a 2014an de di seredanek bo Parlementoya Kurdistanê de, daxwaza referendumê ji bo serxwebûna Kurdistanê anîbû rojevê.

Barzanî di hevdîtina xwe li gel rojnameya almanî dibêje: Çawa dikare behsa welatek yekgirtî li Suriye û Iraqê bê kirin, dijayetî di vê yekê de ye, ku gelek siyasetmedar agahdarê vê rewşê ne, lê naxwazin danpêdanê bi vê yekê bikin, ku sînorê her du welatan bûn e beşek ji dîrokê. Barzanî amaje bi wê yekê jî da: serdem a hikumeta navendî li Iraqê bi ser ve çû ye, niha dem a diyarkirina çarenivîsa me ye.

Barzanî herweha pesnê Recep Tayyib Erdogan, Serokomarê Tirkiye da, ku ji hemû siyasetvanên wî welatî wêrektir bûye ji bo proseya aştiyê. Lê mixabin, niha hinek guhertinan rû dane. Daxwaz jî kir, ji bo bidestxistina aştiyê Selahadin Demirtaş bê azadkirin. Destnîşan kir: Ji bo pêvajoya aştiyê li Tirkiye, gelek girîng e, ku Demirtaş û hevalên wî  bên azadkirin.