YNK xwe yekalî dike

Îro careke din Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanî (YNK) bo gotûbêjkirina nexşerêya partiya ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro careke din Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanî (YNK) bo gotûbêjkirina nexşerêya partiya ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê, yek ji xalên ku dabeşkirina Encûmena Serkirdayetiya YNKê derbarê nexşerêyê de, pêwendî û rêkeftina ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û rêkeftina ligel Tevgera Goranê ne, ji ber wê îro YNKê dixwaze xwe yekalî bike û biryarê li ser wan xalan bide.

Di mehekê YNKê bi herdu baskên xwe çendîn civîn li ser astê Polîtbîro û Encûmena Serkirdayetiyê encam daye, bo karibin biyî Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî hevsengiya partiya rabigirin, lê heta niha Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî Berhem Salih amadeyî civînan nebûye, ev jî dihêle ku gelek ji endam û kadroyên YNKê ne dilxweş bin.