Barzanî sibe digihe Tirkiyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derva ya Tirkiyê tekez kir, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê sibe serdana Tirkiyê bike.
Derbarê mijarê de Wezreta Derva daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dê 26 û 27ê Sibatê de serdaneke Tirkiyê bike.
Di çarçoveya serdanê de Barzanî dê 26ê Sibatê de bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û di 27ê Sibatê de jî bi Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim re bicive.
Wezreta Derva diyar kir ku, di serdana Barzanî de mijarên wekî şerê terorê û pêwendiyên aborî û siyasî yên Tirkiyê yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re werin gotûbêjkirin.
Barzanî herî dawî di 23ê Tebaxa 2016an de serdana Tirkiyê kiribû.