Li Mêrdînê teqîn rû da
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê li ser riya Merdîn û Diyabekirê teqînek rû da.
Teqîn îro danê sibê li gundê Şêx Siltanê piştî derbasbûna wesaîteka leşkerî rû da. Piştî teqînê ti kes nemir û birîndar nebûn, lê ser rê çaleke mezin vebû.
Piştî bûyerê hejmarek zêde hêzên leşkerî û ambûlans hatin vegûhestin û riya Diyarbekir û Mêrdînê ji hatûçoyê re hate girtin.
Hefteya borî li navçeya Wêranşarê dijî avahiya polîs û karmendên dadgehê êrîşek bombeyî pêk hatibû û di encamê de 2 kes canê xwe ji dest dabûn 15 kes jî birîndar bûbûn.