Li Humsê teqîn: 15 kuştî

Li bajarê Humsê dora 15 kesan di encama êrîşên xwekuj de ku baragehên rêjîma Sûriyê kirine aramanc, hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Humsê dora 15  kesan di encama  êrîşên  xwekuj de ku baragehên rêjîma Sûriyê kirine aramanc, hatin kuştin.

Îro li bajarê Humsê, 3 kesên xwekuj xwe li ber avahiya Ewlehiya Leşkerî teqandin û di encamê de 15 kes hatin kuştin, herweha Serokê wê dezgehê jî di nav kuştiyan de heye.

Li gor hin jêderan jî pevçûn li ber dergehê Ewlehiya Leşkerî û Îstixbarata Leskerî berdewam e.

Bajarê Humsê bi temamî di destê rêjîma Sûriyê de ye, tenê bajarokek bi navê Hola di destê çekdarên opozîsyonê de ye, ew bajarok jî ji aliyên hêzên rêjîmê ve jî dorpêçkirî ye.