Bi aşê kevir zarokên xwe dide xwendin

Li Mêrdîna Kurdistanê aşvanê bi navê Ahmet Tekîn ev 37 sal in bi hêrandina genim debara xwe dike û zarokên xwe dide xwendin. Ahmet Tekîn tevî pêşveçûna Teknolojiyê ev bi salan e karê xwe berdewam dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Mêrdîn

Li Mêrdîna Kurdistanê aşvanê bi navê Ahmet Tekîn ev 37 sal in bi hêrandina genim debara xwe dike û zarokên xwe dide xwendin. Ahmet Tekîn tevî pêşveçûna Teknolojiyê ev bi salan e karê xwe berdewam dike.

Ahmet Tekînê 66 salî yê ku li navçeya Qosera bajarê Mêrdînê dijî, sala 1980an de li vê navçeyê bi derfetên xwe aşê keviran çêkiriye.  Aşvan Ehmet Tekîn ev nêzîkê 37 sal in li vî aşî de hêrandina genim dike. Ahmet Tekîn salê nêzîkê 10 tonê genim li vir dihêre û kîloya genim jî 15 qrûşan dihêrîne û rojane 200 - 300 lîreyî kar dike. Herwiha ev aşê kevir ne bi avê bi karebayê dixebite û genim bi kevirê hêrandinê tê dahêrîn. Tekînê xwedî 9 zarokan heta niha bi vî karî 7 zarokên xwe daye xwandin, her heft zarokên wî jî xwedî pîşe ne niha. Ligel vê yekê Ahmet Tekîn bi pereyê ku kar dike heqê kareba û ava dikana xwe jî derdixe.

Aşvan Ahmet Tekîn ji K24ê re got: “Bi saya vî karî elhemdillah me zarokên xwe dan xwandinê. Me got bila wek me bê xwandin nemînin. Lavikê min yek midûr e yê din mamoste ne. kurê min yê midûr hebekî alikariya min kir em bi hev re derbas dikin.”

Ne tenê li navçeya Qoserê li gelek deverên Mêrdînê û navendê jî welatî tên aşê kevir de genimê xwe dihêrînin. Ji ber ku ev genimê li vir tê dahêrandin kapik di nav de dimîne û bi saya kapikê nan nerim çêdibe û tehma vê jî xeştir dibe. Welatıyên ku tên cem Ahmet Tekîn çîroka wî guhdar dikin û genimê xwe didin dahêrandin.

Welatîyê bi navê Mehmet Salîh Talay jî dibêje: “Li ser vî aşî 9 zarokên xwe xwedî kirin e şikir ji xwedê re niha rewşa wan jî baş e. zarokên wî giş bûna xwedî ilm. Aferim jê re, bi kedekî mezin heta îro hatiye. Em jê re serkeftin dixwazin.”

 Di vî aşê kevir de ligel genim hêrandina savar û ceh jî tê kirin. Herwiha Ahmet Tekînê ku ev 37 sal in vî karî dike amaje pê dike ku bi pêşveçûna teknolojiyê û zêdebûna febriqeyên ard êdî mişteriyên wî kêm dibin lê belê dibêje ku de ew zarokên xwe yên din jî bi debara vî aşê kevir bide xwandinê.