Çalakvaneke Kurd li Rojhilat hate binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Komeleya Mafên Mirovan ya Kurdistanê ragihand, çalakvana Kurd ya di ware jin û xwendekaran de Ferzane Celalî li bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê hate binçavkirin.
Li gor di raporteke Komeleya Mafên Mirovan ya Kurdistanê de hatiye, Ferzane Celalî ji aliyê hêzên Îtîlaet a Komara Îslamî ya Îranê ve hate binçavkirin û berve cihekî ne diyar ve hate birin.
Ferzende Celalî yek ji çalakvanên naskirî yên Rojhilatê Kurdistanê ne, di warê jin û xwendakaran de çendîn car li ser mafê jin û xwendekaran li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê helwestên xwe derbiriye.