Îlham Ehmed û Riyad Dirar bûn Hevserokê ESDê

Duh li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê duyemîn kongirê asayî yê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) hate lidarxistin û Îlham Ehmed û Riyad Dirar wek Hevserokên nû hatin hilbijartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Duh li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê duyemîn kongirê asayî yê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) hate lidarxistin û Îlham Ehmed û Riyad Dirar wek Hevserokên nû hatin hilbijartin.

Bi beşdarbûna pêkhateyên Encûmena Sûriyeya Demokratîk ji hemû aliyên siyasî, duyemîn kongira wê li bajarê Dêrikê birêve çû, û tê de dê desteyeke cîbicîkar a nû hate hibijartin, herwiha Îlham Ehmed û Riyad Dirar wek hevserokên nû jî jê re hatin hilbijartin.

Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) ku sîwana siyasî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye, di 9 Berçileya 2015an de hate damezrandin, û tê de Heysem Mena'a û Îlham Ehmed ji bo Hevserokatiya wê hatine bijartin. Pêşbîn e di dawiya kongirê duwemîn de hevserokatiyeke nû bê bijartin.