K24, nexşekarê şanda ENKSê li Amerîka belav dike

Li ser vexwandineke fermî ya Wezarta Derve ya Amerîka şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) gihêşte Washingtonê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser vexwandineke fermî ya Wezarta Derve ya Amerîka şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) gihêşte Washingtonê.

Endamê şanda ENKSê Siyamend Haco ji K24ê re ragihand Îro şandeke ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û  herdu endamên komîta Pêwendiyên Derve yên ENKSê Siyamend Haco û Kamîran Haco gihêştin Washingtonê. Şanda ENKSê dê komek ji hevdîtina ligel rayadarê Amerîkî yên rêveberiya nû encam bidin.

Haco ji K24ê re jî diyar kir, dê ligel rayedarên rêveberiya nû ya Amerîka pirsa derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bo Rojavayê Kurdistanê û nêrîna ENKSê ji Sûriyeya pêşerojê re û mafên Kurd gotûbêj bikin.

Haco nexşeya kar û hevdîtinên wê şandê ji K24ê re jî aşkere kir, dê wiha be:

- Roja 28 Sibatê, hevdîtin ligel Sînatorê Komarî Brad Sherman.

- Roja 1 Adarê, hevdîtin ligel Komîta Pêwendiyên Derve ya Encûmena Pîran be.

- Roja 2 Adarê, Hevdîtin ligel karmendê Wezareta Derve ya Amerîka.

- roja 2 A dare civîn ligel Berpirsê Dosya Sûriyê di Wezareta Derve Michael Ratney.

- Roja 3 Adarê demjimêr 9:30 şanda ENKSê simînarekê di navenda "Atlantic Counsel" de pêşkêş dike, mijarên simînarê jî derbarsbûna Pêşmergeyên Roj, projeya federalîzmê ya ENKSê û rewşa mafên mirovan li Kurdistana Sûriyê û siyasetên PYDê ne. Di simînarê de jî hejmarek ji karmendên Wezareta Derve ya Amerîka, siyasetmedar û rojnamevan beşdar dibin.

- Roja 3 Adarê demjimêr 14.00 şanda şanda ENKSê simînarekê di navenda "Bipartisan Plicy" ya Washingtonê jî pêşkêş dike.