38emîn salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî

Îro 1ê Adarê, 38emîn salvegera koça dawî ya Mistefa Barzanî ye. Yan jî ku, bi navê din Mela Mistefa Barzanî yê nemir tê naskirin. Mistefa Barzanî di 14ê adara 1903ê yê li gundê Barzan a li Kurdistana Başûr jidayîk bûye.

K24-Navenda Nûçeyan

Îro 1ê Adarê, 38emîn salvegera koça dawî ya Mistefa Barzanî ye. Yan jî ku, bi navê din Mela Mistefa Barzanî yê nemir tê naskirin.

Mistefa Barzanî di 14ê adara 1903ê yê li gundê Barzan a li Kurdistana Başûr jidayîk bû.

Mistefa Barzanî yê ku bavê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye, di sala 1943 ê ve dest bi karê şoreşê li dijî rejîma Iraqê kiriye û rêveberiya tevgera rizgarîxweziya gelê Kurdistanê kiriye.

Mela Mistefa Barzanî sala 1919 beşdarî şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd dike û dibe berpirsê hêzeke 300 kesî. Sala 1920 Şêx Ehmed Barzanî Mela Mistefa dişîne ba Şêx Seîdê Pîran li Kurdistana Bakur ji bona ku hemahengiyek di navbera şoreşa Şêx Seîd û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd bê kirin.

Mela Mistefa di salên 1931-32 de, li devera Barzan û li gundên Mêrgesor û Şêrwan fermandehiya pêşmergeyên ku şerê Înglîz dikirin, dikir. Jîrbûna Mela Mistefa di warê serbazî û şerkeriyê de li wir eşkere bû.

Sala 1932 dema hikûmeta wê demê ya Iraqê bi alîkariya Birîtanya êrişî hêzên kurd, Şêx Ehmed Barzanî tê girtin ji ber wê jî Mela Mistefa dest bi rêbertî û rêxistina hêzên Kurd dike.

Hikûmeta Iraqê salekî piştî wî şerî lêborînê bo hêzên Pêşmerge û malbatên Barzanî derdixe ji ber wê jî ji sala 1936 heta 1943 çalakiyên serbazî ji aliyê Pêşmerge ve tê sekinandin. Sala 1943 dîsa xebata pêşmergetiyê û bizava kurdî ji aliyê Mela Mistefa Barzanî ve dest pê dike.

Li gel damezrandina Komara Kurdistanê li bajarê Mihabadê, di sala 1946ê de, Mistefa Barzanî diçe Rojhilatê Kurdistanê û hêza xwe dixe xizmeta Komara Kurdistan li Mihabadê û bixwe jî wek Serok Erkanê Komarê hate hilbijartin.

Piştî ku Komara Kurdistanê hilweşiya, Mela Mistefa Barzanî bi pêşmergeyên xwe ve derbasî Sovyetê dibe lê li ser rê rastî êrişa hêzên Îranê tên û piştî şerekî mêrxasane derbasî Sovyetê dibin. 12 salan li Sovyetê dimîne û roja 26 Cotmeha 1958 vegeriya Iraqê. Hikûmeta wê demê ya Iraqê hinek soz dabûn kurdan lê dema Mela Mistefa dît hikûmetê sozên bicîh nehanî, Îlona 1961 dîsa dest bi şoreş û xebatê kir, wî şerî heta 11 Adara 1970 dirêj kir.

Roja 29 Îlona 1971 hikûmeta Iraqê hewl da Mela Mistefa tîror bike. Li ser wê bûyerê rojnamevanê Iraqî Seyf Dûrî dibêje, sal û nîvê piştî rêkeftina Adarê, berpirsê asayişa giştî ya Iraqê Nazim Gizaz hewl Mela Mistefa tîror bike lê nekarî.

Mela Mistefa Barzanî yê nemir ê Rêveberê Şoreşa rizgarixweza gelê Kurde, di sala 1979an de li nexwaşxaneyekî Amerîkayê çû ber dilovaniya xwedê. 

Mezara Mela Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî li devera Barzan
Mezara Mela Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî li devera Barzan